Ev e ew kesê ku evdal tu yî

Mehmetsalih Özalp
23

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Ev e ew kesê ku evdal tu yî

Gelo 'Ma hûn nizanin nifşek heye, nifşekî ne erzan, ne jî xwe zan?'
Hiçkes, ez nizanim ka gelo hîçkes xemdar e, an na, bi me û bi halê me

Ez ê pir hêdî bibêjim, ez ê wusa hêdî, ewqas hêdî bibêjim ku,
Kes nebihîze derdê me. Bila hîçkes nezane derdê me, ji ber ku nezanî ne heta roja îro.

Ku ez bilind bibêjim wê roj bitemire, çem neherikin, çiya bileyîzin
Ma tu nizanî ka çi bû, çi qewimî, çi çêbû, çi hate holê?

Bila dîsa kes nezane, ji ber ku herkes nezane di vê mijarê de
Herkes bi xwe, bi 'halê xwe, bi derdê xwe, bi derbazkirina roj xwe ve mijûle.

Bila kes nebêje tu bi dîn î û an jî bêdîn î, bila kes nepirse hizra min a kesane,
Lewre dîn nebin, dînik û rûreş nebin di nêv 'alemê de, we xwe rezîl kir, êdî!

We xwe lewitand, we xwe nizim kir, herwuha bi Xudê hûn erzan in.
Hûn erzan in, ma ne wusa ne? Lewre kesek nîne bê millet û bê dewlet.

Ka bibêje kî ye bê dad û bê dewlet, bê zagon û bê al, bê ol?
Ev e, ew kesê ku evdal tu yî. Ew kesê ku bê welat û bê al tu bi tenê yî.

Ji ber ku tu bê 'ar î, qe tiştek li ber guhê te nakeve
Te bikujin, bihelin, rakin û danin, ji bo te qe ferq û cuda nake.

Hey min xulî li serê te yê bê ser, hişê te yê bê hiş wer kirî
Ez bi te re nadim dijûnan, tu şixwe bixwe dijûnî li ser ruyê erdê.

Mehmetsalih Özalp
Kayıt Tarihi : 18.6.2017 19:24:00
Şiiri Değerlendir
Hikayesi:


18.06.2017 Zend Mazdek www.metyus.co

Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!