Borî Nebiyê Dawî Şiiri - Halit Aryan

Halit Aryan
17

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Borî Nebiyê Dawî

BORÎ NEBIYÊ DAWÎ

Mekke cihê dayikbûnê, Medîne bû koça wî
Damezrand Xwedê cîhan ji ber nûra wî
Xizîna wî ya herî mezin behîta Xwedê
Borî di wê karîgehê de Resûlek borî

Li Qudûsê bilind bû mîracê
Bû stûbar nivêj li vegeriyanê
Nivêje bingeha stûna Îslamê
Borî ji wê devranê Pêxemberê herî dawî

Rastand hemû Pêxemberên raboriyê
Anî qencî, rastî, heramî, helalî.
Hey gelî mirovan rakin ser xwe nezaniyê
Borî ji wê gerdûnê qasidek dawî

Bivê xirab, bivê baş serbest e viyana her kesê/î
Nivîsin hemû tiştan milyaketên li ser milan
Heta bi qiyametê xirab nabe Qurana pîrozî
Borî ji wê dinê Mıhemmedek (s.a.v.) borî

Di pirtûka ku ew wesîle bû, min peyda kir aramî, dadî
Ew ku, paş xwe hêla xutbeyek xatirxwazî
Mixabin! zû gehiştê, mûmîn zû berda
Borî ji wê dinyayê pêxemberê pêxemberan

(Gulan 2009)
Halit ARYAN

Halit Aryan
Kayıt Tarihi : 12.5.2019 22:13:00
Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!