AB- Zanım Cihek Heye... Şiiri - Ayhan Bilen

Ayhan Bilen
82

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

AB- Zanım Cihek Heye...

Zanım cihek heye;
car bi car rast, car bi car derew...
Zanim cihek heye;
Wek cîhekî bi sêhr...
Wek cihekî nedîtî û nebihîstî...
Car wek xewnan,car wek xeyalan,car wek rastîya çawbîn...
Zanîm heyînek heye;
Carna bi huznên balkêş dikewim pey...
Carna bi işqa şevqa dilê xwe dikewim pey...
Carna jana min, min dawêje nav behra wî...
Çi bi xewnan, çi bi xeyalan, çi bi rastî...
Zanim cihek heye;
Li her derî...
Dinaw her derî da weşartî û nâzdar...
Çendi dil sâr bim, çendi dil germ...
Çendi dilmest bim, çendi sermest...
çendi bi hiş bim, çendi bê hiş...
Çendi bi êş bim, çendi âramkêş...
Çi bi xewnan, çi bi xeyalan, çi bi rastî...
Ez li wirim,ew liwir...
Zanim heyînek heye;
Li her derî...
Dinaw her tiştî da veşartî û nâzdar...
Carna eşqe; eşqeki âramkêş...
Carna jane; janeki âramkêş...
Carna evine; evinekî âramkêş...
Carna êşe; êşekî âramkêş...
Car car rast, car car derew...
Car ew rast ez derew...
Car ez rast ew derew...
Zanîm wârek heye...
Wârekî balkêş...
Wârekî dîlkêş...
Wek warê daxwaza...
Ez bi her halê xwe dîkewîm pey û ew jî her dem li pey mine...
Ew dikeve pey min ez dikevim li pey wi...
Zanîm tiştek heye...
Tişteki reng guher û nazdar
dibînim ne ewe, nabînim ewe..
Zanim heya ku zanim...
Heya bi bîrim û heya xwe bîrim...
Ne ez terka wî dikim û ne ji ew terkamin dike...

Ayhan Bilen
Kayıt Tarihi : 29.1.2017 02:14:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Ayhan Bilen